ÇALAKIYÊN MERTALÊN ZINDÎ LI GIRÊ SPÎ Û KOBANÊ DEWAM DIKIN

Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di van demên dawî de zêde dibin.

Li dijî van gefan çalakiyên mertalên zindî jî dewam dikin.

Çalakgeran diyar kirin ku ew ê li dijî van gefan yek dest bin.

Li dijî gefên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyî çalakiyên mertalên zindî dewam dikin.

Çalakiya mertalên zindî li Kobanê ev 10 roj in bê navber dewam dike.

Her wiha çalakiya Girê Spî jî 9 roj in bi vîneke xurt didome.

Hemû pêkhateyên kantonê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen beşdarî çalakiyê bûne.

JINÊN TIRKMEN: EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN

Jinên Tirkmen ên beşdarî çalakiyê bûne teqez kirin ku ew ê xaka xwe biparêzin û bernedin.

Jinên Tirkmen teqez kirin ku ew nahêlin Tirkiye têkeve xaka wan a ku bi keda şehîdan hatiye rizarkirin.

Jina bi navê Fatme Tirkmenî gefên dewleta Tirk li dijî xaka Sûriyê şermezar kir û got:

Em niha li vir in li bin konê mertalên zindî yê li ser sînorê Tirkiyê ne.

Da ku ji tevahî cîhanê re raber bikin ku em yek in û destwerdana Tirkiyê red dikin.

Ji bona jiyankirina ewlehî û aştiyê li vê xakê, ciwanên me ked dane.

Ew ê li hember her metirsiyekê li ser xaka xwe bibin mertalên zindî û ji ti tiştî natirsin.

Her wiha jina bi navê Şaha Esaf jî axivî û ev bang kir.

Em bang li tevahî jinên Sûriyê dikin ku li hember dagirkeriya Tirkiyê bibin yek.

Jina bi navê Xufran Raco mesajek da jinên Sûriyê û wiha got:

Tirkiye bi riya van gefan, hewl dide ewlehiya herêmên me û projeya jiyana hevbeş tevlihev bike.

Divê em wek jin li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Leave a Reply

Back to top button