ASAYÎŞA BI SER PDK’Ê VE PIŞTÎ KUŞTINA BERPIRSÊ MÎT’Ê ÇÛNÛHATINA MEXMÛRÊ QEDEXE KIR

Asayîşa PDK’ê piştî bûyera kuştina berpirsyarê MÎT’a Tirk li Başûrê Kurdistanê Osman Kose, çûn û derketina li wargeha Mexmûrê qedexe kiriye

Ev 10 rojin çûn û hatin li kampa Mexmurê hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyan ne nexweş, ne xwendekar û ne jî tu kes dikare derbasî kampê bibe.

Her wiha şêniyên Mexmûrê yên ku li bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê dixebitin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin û ji kar tên avêtin.

17’ê Tîrmehê li xwaringeha Hoqqabaz a Hewlêrê endamê MÎT’a Tirk Osman Kose ku dewleta Tirk weke dîplomat nîşan dabû, hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button