Li Îsraîlê hilbijartin

Îsraîlî careke din çûn ser sindoqan.
Di nava 4 salan de ev çara 5. welatî ji bo dawî li aloziya siyasî bênin diçin ser sindoqan.
Her çiqasî partiya Netenyahu li pêş xuya dike lê ya diyar ew ku ti partiyek nikare bi tena xwe hikumetê ava bike.

Welatiyên Îsraîlî di nava kêmî çar salan de îro cara pêncemîn çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinan de mijara herî balkêş ev e ku gelo serokwezîrê berê Binyamîn Netanyahu dikare bi hevkarên xwe yên rastgir ên tundrê re bibe desthilatdar ya na.

Li dijî Netenyahû 8 partiyên bi nêrînên cuda hikumeta welat ava kiribûn.

Partiya Netenyahu li pêş xuya dike

Ji ber nêrîna partiyan, dihat pêşdîtin ku ev hikumet wê heta serî neçe.

Serokwezîrê berê Netanyahu yê 73 salî di axaftina xwe ya di dema kampanyaya hilbijartinê ya dawî de ji hilbijêrên xwe xwest ku ji bo dengdanê seferber bibin û biçin ser sindoqan.

Li dijî Netanyahu yê herî dema dirêj li ser kursiyê serokwezîrtiyê mayî, doza bertîlxwarinê lê hatibû vekirin.

Di nava 4 salan de hilbijartina 5.

Serokwezîrê hikûmeta koalîsyonê ya bi beşdariyeke berfireh Yaîr Lapîd ku wê di encama hilbijartinê de wezîfeya xwe biterikîne, peyama ku ew di hilbijartinê de bi israr in da û got,

“Ez soz didim we, ji bo dewamkirina pêşbaziya xizmetê ya ku me dest pê kirî, em ê ji her kesî zêdetir bixebitin.”

Di anketên dawî de derket holê ku hilbijartin wê dîsa bi hev re bimeşin û hikûmeta nû bi piştgirîya partiyên piçûk bê diyarkirin.

Hilbijartin wê aramiya siyasî pêk bîne?

Di hilbijartinên îro de li seranserê welêt 6 milyon û 788 hezar dengdêr wê li 12 hezar û 393 sindoqan dengê xwe bidin.

Di encama van dengan de wê 120 parlamenter bêne hilbijartin.

Dengda ku li gorî saeta herêmî saet 07:00’an destpê kirî, wê heta saet 22:00 şev dewam bike.

Tê payîn ku encamên fermî herî zêde di nava 8 rojan de werin eşkerekirin, lê medyaya herêmî radigihîne ku encamên fermî dê di nava vê hefteyê de werin eşkerekirin.

Di çapemeniya Îsraîlê de hat diyarkirin ku dê di hilbijartinên giştî yên pêşwext de li seranserê welêt 18 hezar polîs li ser kar bin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin,

“Li gor şîreta rêxistina ewlehiyê û rewşa giştî ya welêt, biryar hat dayîn ku deriyên sînor ên li Şerîeya Rojava û Şerîda Gazzeyê bên girtin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe wê 1’ê Mijdarê nîvê şevê dest pê bike û roja din berî nîvê şevê bê rakirin.

Back to top button