Waşîngton: Li hember Îranê tevî dîplomasî vebijêrka leşkerî jî heye

Berpirsê Amerîka yê taybet bi Îranê Rorert Malley peyam da û got,
Ji bo pêşîgirtina Îran ya ji bo desxistina çekên nukleerîpêwist bike hîna vebijêrka çekdarî li ser masê ye.

Saziya ramanê ya Carnegie Endowment for International Peace (Wexfa Aştî ya Navnetewî ya Carnegie) ku navenda wê li Washingtonê semînerek da.

Di semînera ku Aaorn David Miller pêşkêş kir de, Nûnerê Amerîka yê Taybet bi Îranê Rorert Malley jî amade bû.

Malley got:

“Rêvebiriya Biden bi dîplomasiyê ve girêdayî ye ku baştirîn rê ji bo pêşîgirtina li Îranê ji bidestxistina çekên nukleerî dibîne.

Lê eger Îran bibe xwedî çekên nukleerî ev yek wê ji bo cîhanê metirsiyek be û taybet ji bo ewlekariya Amerîka.”

Malley stratejiya Amerîka ya li heberî Îranê jî di nava 4 xalan de destnîşan kir.

Ew jî vekişîna ji bernameya peymana nukleerî ya Îran, astengkirina çekên nukleerî, pêşîgirtina li êrişên wê yên ser welatên cîran û parastina mafê mirovan yê li Îranê rêz dike.

Moderator Aaron David Miller pirs kir ku eger Îran vegere zengînkirina uranyumê yan jî ew bi rastî çekek nukleerî hildiberîne, wê Amerîka êrîş bike yan na.

Malley bi van gotinan bersiva vê pirsê da:

“Em hîn jî hewl didin ku her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku Îran negihîje çekên nukleerî û dîsa em dibêjin em dîplomasî, zext û cezayan esas digrin lê dîsan jî hemû bijarde ser maseyê ne.

Ne rast e ku bijardeya leşkerî di lêgerîna me ya ji bo peymaneke dîplomatîk de pir paşde maye.

Serok Biden li dijî çekdarên Îran yên li Sûrî herî kêm du caran biryara bikaranîna leşkerî da.

Hêzên Amerîkî wê ji bo parastina berjewendiyên me û aramiya herêmê bixebitin.

Çarenûsa peymana nukleerî çi dibe bila bibe, em ê bibînin ka wê çi bibe.”

Malley her wiha Îran ji ber, piştevaniya komên terorîst, pêşxistina mûşekên balistîk, zextê li gel û Amerîkiyan dike armanc hişyar kir.

Back to top button