Li Brezîlya Alozî

Li Brezîlya her çiqasî hilbijartin di nava aramiyê de pêk hatibe, lê bûyerên piştî wê derdikevin metirsiyê bi xwe re didin avakirin.
Alîgirên rastgirê tund Jair Bolsonaro yê li pêşberî Luiz Lula da Silva winda kirî bi barhilgiran rê girtin û xwepêşandan pêk anîn.

Hilbijartinên yekşemê li Brezîlya rastgir bihêrs kirine.

Tevî bêdengiya Bolsonaro alirên wî, di nava tevgerên metirsîdar de ne.

Barhilgirên alîgirê Bolsonaro rê girtin

Barhilgirên alîgirê Bolsonaro rê girtin û xwepêşandan lidar xistin.

Ev xwepêşandanên li dijî serkeftina Lula pêk tên de ji 27 eyaletan li 20’an belav bûye.

Her wiha nêzî 300 bûyerên rêgirtinê jî pêk hatine.

Wezîrê Edaletê Anderson Torres ragihand ku hêzên ewlekariyê xwepêşandêran ji nêz ve dişopînin û banga dawî anîna xwepêşandanan kir.

Tevî van aloziyên li welat hîna jî Bolsonaro bêdengiya xwe diparêze.

Ji 1985’an ve li Brazîlya Bolsonaro bû yekem serokê ku cara duyemîn nehatî hilbijartin.

Back to top button