Di lûtkeya lîderên Ereb de mijarên li ser maseyê

Lîderên Yekîtiya Ereban li Cezayîrê kom bûne.
Beriya lûtkeya lîderan, wezêrên karên derve civiyan û mijarên di lûtkeyê de bên axaftin diyar kirin.
Di rojeva sereke ya wezîran diyar kirî de, dagirkeriya dewleta Tirk li Iraq û Sûriyê heye.
Wezîran dagirkeriya dewleta Tirk weke gefa li ser netewa Erebî binav kirin û banga derketina artêşa Tirk ji Sûriye û Iraqê kir.

Îşev wê li Cezayîrê lûtkeya lîderên Ereban pêk were.

Ji ber vê yekê ji saetên siharê ve, lîder berê xwe didin Cezayîrê.

Serokê Demî yê Yekîtiya Afrîkayê (AfB) û Serokê Senegalê Macky Sall jî li Cezayîrê ye.

Li Cezayîrê civîna wezêrên derve yên Yekîtiya Ereban

Wezîrê Karê Derve yê Cezayîrê Ramtane Lamamra got,

Piştî du rojan ji şêwirên wezîrên karê derve yên welatên endamên Yekîtiya Ereban, lihevhatinek ji bo hêsankirina karê lîderan pêk hat.

Wezîran li ser pêşnûmebiryar û mijarên di lûtkeyê de bêne axaftin li hev kirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Lîderên Ereban Husam Zekî beriya destpêkirina civîna dawî ya wezîrên derve yên Ereb ên ku amadekariyên lûtkeyê dikirin li paytext Cezayîrê ji rojnamevanan re axivî û got;

Me li ser hemû biryar û madeyên ku ji bo lûtkeyê bên pêşkêşkirin li hev kirine.

Malpera Sarqul Awsat ya xalên herî girîng ên pêşnûmeya danezana dawî bidest xistî, weşand.

Mijara Filistîn careke din weke yek jimara herî sereke ya lîderên Ereban cihê xwe di rêza despêkê de girt.

Di danezanê de, êrişên Hûsiyên li Yemenê û destwerdanên Îran yên li welatên Kendavê hatin şermezarkirin.

Wezîrên Ereb dagirkeriya Tikriye li Iraq û Sûrî şermezar kirin

Wezîrên welatên Ereb yên metirsiya û dagirkeriya dewleta Tirk bo welatên cîran dibînin jî bi awayekî berfireh li ser mijarê rawestiya.

Wezîran careke din daxwaza xwe ya derketina artêşa Tirk ji xaka Iraqê dubare kir û gotin;

Divê Tirkiye ji gavên aramiya Iraq û welatiyên wê dixe metirsiyê dur bikeve.

Her wiha êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser xaka Sûriyê jî hatin şermezarkirin.

“Divê tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyê derkevin”

Ji bo çareserkirina rewşa li Sûrî îşaret bi derketina tevahî hêzên biyanî ji xaka welat û agirbesteke giştî hate kirin.

Di nivîsê de êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê wek binpêkirina peymana NY û metirsiyeke rasterast li ser ewlekariya niştimanî ya erebî û ewlehiya navdewletî hat hate destnîşankirin û şermezarkirin.

Ji bo dawî anîna aloziya li Lîbya jî îşaret bi hilbijartinên giştî ya li welat hate kirin û daxwaza derketina çekdar û leşkerên kirêkirî ji welat hat kirin.

Back to top button