Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 46. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan berdewam dike.
Di roja 46’an de careke din li gelek deveran û zanîngehan çalakî hebûn.

Tevî êrişên hêzên rejîmê jî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 46’an de berdewam dikin.

Li gelek bajaran careke din bi pêşengiya jin û xwendekaran çalakî hatin lidarxistin.

Xwandekarên li Rojhilatê kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” perwerdeyên rejîma Îranê protesto kirin.

Li Tebrîzê jî xwandekaran li dijî zextên rejîmê li qadan bûn.

Xwandekarên li bajarê Kerecê jî bi dirûşmeyan daxwaza edalet û azadiyê kirin.

Li gelek zanîngehên din jî wandekar bi dirûşmeya “Azadî” li qadan bûn.

Li aliyê din li Rojhilatê Kurdistanê ji bo oxir kirina cenazeyê qurbaniyan şîn hat ragihandin.

Welatiyên ku ji bo oxir kirina qurbaniyan kom bibûn bênavber dirûşma “Bimre dîktator” “Şehîd namirin” berzkirin.

Li bajarê Pîranşarê jî di merasîma oxir kirina qurbaniyan de Bavê Komar li ser gora kurê xwe axivî û ragihand ku kurê wê di rêya azadiyê de şehîd bûye.

Li Tehranê îro hezaran kes careke din herikîn qadan û bidirûşmeyan rejîma Îranê şermezar kirin.

Her wiha li gelek bajarên din ên Îranê jî serhildanên bi daxwaza azadiyê berdewam kirin.

Di derengiya şevê de jî hêzên rejîmê li gelek deveran êrişî malên welatiyan kirin.

Back to top button