QSD’ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê peyam weşand û berxwedan û serkeftina li dijî teror û dagirkeriyê silav kir.
QSDʹê got: “Em ê herêmên xwe, di serî de Kobanê ji hemû gefan, çi DAIŞ û çi jî alîgirên wê be, biparêzin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û hemû gelên ku piştgirî dan berxwedanê silav kir û got:

“Di vê rojê de qêrîna bi milyonan xwepêşenderên li cîhanê wijdana neteweyên azadîxwaz û yekitiya wan a li hember zilma DAIŞ û alîgirên wê îfade kir.

QSD: Berxwedana Kobanê serketina îradeya li hember DAIŞ bû

Berxwedana efsanewî ya li Kobanê, serkeftina îradeya li hemberî hêza terorîst a DAIŞʹê bû.

Di demeke ku artêşên dewletan li ber DAIŞ’ê dişkestin, şervanên me bi sînga xwe ber bi tankên dijmin vekirin û DAIŞ têk birin.

Îradeya şervanên me ji hemû çek, komplo û desteka herêmî ya ji bo DAIŞʹê mezintir bû.

Çalakiyên fedaî ya ji berxwedana Serzorî dest pê kir û heta şehîd Rêvana û Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr li Efrînê û Berxwedan Amed li Girê Spî derfetên serketinê misoger kir..”

“Li Kobanê qonaxeke nû ya têkilî û yekîtiyê di nava gelan de ava bû”

QSD’ê anî ziman ku Berxwedana Kobanê qonaxeke nû ya têkilî û yekitiyê di navbera hemû gelên xwedî ziman û baweriyên cuda de ava kir û wiha dewam kir:

“Parastina Kobanê parastina mirovî û şoreşa jinan bû ku bû îlham û rewşa gelekan guhert.

Berxwedana Kobanê li herêmê û cîhanê bû nirxekî mayînde.”

QSD: Em ê Kobanê û hemû herêmê ji DAIŞ û alîgirên wê biparêzin

Di daxuyaniya navenda ragihandina QSD’ê hat diyarkirin ku 8 sal di ser Roja Cîhanê Kobanê ya Cîhanê re derbas dibin, lê hîna gef li herêmê tê xwarin û hat gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker, gefên êrişeke nû ya dagirkirinê dixwe.

Tolhildana binkeftina DAIŞʹê cewherê gef û êrişên Tirkiyê ye.

Ji vir, em careke din bang li gelên cîhanê û hêzên navnetewî dikin ku êrişên Tirkiyê rawestînin û derfetê nedin DAIŞ ji nû ve zindî bibe.

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ew ê herêmê û di serî de Kobanê ji her gefan, çi DAIŞ û çi jî alîgirên, biparêzin.”

Back to top button