
HDP û DBP’ê bi daxuyaniyên cuda 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin:
“Berxwedana Kobanê ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê”
Partiyan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê bang li her kesî kirin ku têkoşînê geş bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî dan û ev roj pîroz kirin.
HDP: Ruhê Kobanê li hemû cîhanê bûye ruhê azadiyê
Di destpêka daxuyaniya xwe de HDP’ê kirinên DAIŞ’ê yên li dijî gelan bi bîr xist û got:
“DAIŞ’a ku di sedsala 21’an de bi desteka hêzên navneteweyî û herêmî li gelan bûye bela, xwest hêviya gelan a jiyanê û xeyalên azadiyê tune bike.”
HDP’ê anî ziman di serî de berxwedana destanî û serketina Kobanê îspat kir ku gel ti carî dest ji azadiyê bernadin û wiha got:
“Gel û nasnameyên bindest bi taybetî gelê Kurd û dostên wan pêşengiya sedsala azadiyê dikin.
Berxwedana Kobanê ji bo parastina rûmet û nasnameya gel, li ser navê nirxên mirovahiyê ket nava dîrokê.”
Di dawî de HDP’ê diyar kir, ruhê Kobanê li hemû cîhanê bûye ruhê azadiyê û got:
“Li gel ku 8 sal ji ser derbas bûye çeteyên wekî DAIŞ’ê yên ku hêzên herêmî ew xwedî dikirin îro li Efrînê ne.
Heman hêz bi Doza Kobanê re partiya me dikin hedef û gefê li hemû kesên azadîxwaz jî dixwin”
DBP: Em bi rihê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî diyar kir berxwedana ku li Kobanê pêk hat di heman demê de bû sembola şoreşa Rojava û wiha got:
“Berxwedana Kobanê li Rojava, bi têkoşîneke enternasyonal re bû yek û li cihanê belav bû.
Ev yek jî ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê.
Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwedana jinên Kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û li Cîhanê bû mînaka têkoşînê ya li dijî serdestan.”
Di dewama daxuyaniyê de DBP’ê bertek nîşanî êrîşên desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got:
“Desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê Îro jî derî bi derî digere ku ji hêzên navnetewî careke din destûrê bigire da ku êrîşî Rojava bike. ”
DBP: LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN Û XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN
Di dawî de DBP’ê anî ziman tevî êrişan jî ew ê bi rihê kobanê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomînin û bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî kir ku li dijî van êrîşan xwedî li nirxên xwe derkevin.