HPG: Li herêma Zapê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyên li qadên Saca û Çemçoyê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çadirek jî hate rûxandin.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk careke din bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Çalakî û berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 30’ê Cotmehê li Qada Saca ya herêma Zapê di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

31’ê Cotmehê jî li Qada Çemço tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin, di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 31’ê Cotmehê li Girê Cûdî yê herêma Metîna tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de çadireke dagirkeran hate rûxandin.”

HPG: Artêşa Tirk 12 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş pêk anî

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 8 caran bi çekên kîmyewî, 42 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button