Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê aloziya Sûrî de axivî. Lavrov li pêşiya wezîrên derve yên dewletên Brazîl, Hindistan, Çîn û Başûrê Afrîkayê rêbazên çareserkirina aloziya Sûrî li gorî Rûsyayê anî ziman.
Ew jî têkbirina terorê, vegerandina koçberan û piştgiriya pêvajoya siyasî ye.
Lavrov teqez kir ku pêvajoya çareseriyê divê ji aliyê gelê Sûrî ve were birêvebirin.
DI NAVA 3 MEHÊN ŞER DE, BÊHTIRÎ 400 HEZAR KES JI BAKUR-ROJAVAYÎ SÛRÎ KOÇ BÛNE
Li aliyekî din, ajansa Reutersê ragihand ku di nava 3 mehên şer li herêma bakur-rojavayî Sûriyê de, bêtirî 400 hezar kes koç bûne.
Di heman demê de Neteweyên Yekbûyî êrîşên ji aliyê hêzên rêjîma Sûrî û Rûsyayê ve yên sivîlan armanca dikin, tawanbar kir.
Di vê derbarê de, Berdevkê Nivîsgeha Kordînekirina Karûbarên Mirovî ya NY David Swanson ji ajansa AFP re axivî û wiha got:
“Li bakur-rojavayî Sûriyê bêtirî 400 hezar kes ji meha Nîsanê ve hatin koç bûne.”