Balafira dewleta Tirk navenda Şengalê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dgirker careke din bi balefira bê mirov Quba Hesin Meman a li navenda Şengalê ye bombebaran kir.

Vê êvarê dewleta Tirk a dagirker carekdin derdora saet 18:00’an de bi balafira bê mirov Quba Hesin Meman ya li navenda Şengalê ye bombebaran kir.

Hat zanîn ji ber êrişê ziyaneke mezin gihaştiye qubê.

Her wiha li gorî agahiyan ti ziyanên canî çênebûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha bi çend rojan dewleta Tirk a dagirker êrişî navçeya Xanesorê û seytereya Cidalî ya Şengalê kiribûn.

Back to top button