Li Mexmûrê Roja Cîhanî ya Kobanê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî şahiyek li Parka şehîd Aryen Cûdî hat lidarxistin.

Bi pêşengtiya Meclîsa Gel û Komîteya Çalakiyê şahiyek ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hat lidarxistin.

Di şahiyê de daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewletên herêmî û derve bi awayek hovane êrişî bajarê Kobanê kirin.

Li himberî van êrîşan jî wek hêzên YPG-YPJ mal bi mal, tax bi tax heta nava bajarê Kobanê berxwedaniyek bê hempa kirin.

Ev berxwedanî bû dengek li hemû Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bû.

Ji ber vê sekna lehengane zêdetir ji 50 welatan kesayetên wek rewşenbî, nivîskar, saziyên mafên mirovan, hêzên enternasyonal kombûn, roja 1’ê Mijdarê weke roja Cîhanî ya Kobanê îlankirin.”

Piştî daxuyaniyê şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button