′Serketina Kobanê gelek serkeftin ji herêmê re anîn′

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniye da.

Di daxuyaniyê de hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û got: “Hemû cîhan ji dûr ve bajarê Kobanê ku ji hêla alên reş ve hatibû dorpêçkirin dişopand û tê de keç û xortên Rojava serkeftinên bêhempa bi dest xistin.

Bi milyonan azadîxwazên cîhanê daketin kolan û qadan û piştgiriya lehgenên berxwedana li Kobanê kir û alîkariya xwe ji YPJ û YPG′ê re ku destanên lehengane dinivîsandin anî ziman.

Ev serkeftin û berxwedan li cîhanê de bû sembol naxwsim çalakiya fedaî ku “Arîn Mîrkan” pêk aniye û ji cîhanê re hêz û lehengiya jina Kurd ku parastina xak, rûmet û gelê xwe dike îsbat kir.

Em bang li azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin doza me ya adilane û berxwedanê ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên wê yên terorîst bisekinin.

Back to top button