“Ger artêşa dagirker ewqas paqije bila destûr bide şandeyê lêkolînê”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku dewelta dagirker ji bo heta hilbiajrtinan encam bigre û berxwedaniya gerîla bişkîne ev 2 mehê dawî rojane çekên kîmyewî kartîne.
Karayilan teqez kir ku wê dewleta dagirker ti carî bi rêbazê şîdetî ve encam negre.
Karayilan bang li gelê kurd û dostê wê jî kir ku asta çalakiyên xwe hîn bilintir bikin û sazî, dewlet û hêzên ku çavên xwe ji sûcên dewleta tirk re digirin teşhîr bikin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel derbarê rojevê de bersiv da pirsên ajansa Firatê.

Murat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk sûcên xwe yê bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û got:

“Ger dewleta dagirker îda dike ku çekên kîmyewî karnayne û artêşa wê temîz e, bila derfeta avabike da ku şendeyeke serbixwe were qada şer lêkolînê derbarê mijarê de bike.

Ger paqij bin wê demê wê paqijiya wan derkeve holê.

Çima destûr nadin.”?

Çi bikeve li ser me em jî amadene ji şandeya ku bê re alîkarbin.”

Karayilan balkişand li ser girtian Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Dr. Şebnem Korur Fîncanci û rojnamevanên ragihandina azad jî got:

“Şebnem Korur Fîncanci pisporê vê karê ye û xwest ev sûc were lêkolînkirin lê dewleta tirk bi awayeke panîk ji bo sûcên wî eşkere nebe, Korur da girtin.

Her wiha rojnamevanan jî ji ber heman sedemê da girtin.

Lê ew çi bikin nikarin sûcê xwe êdî veşêrin.”

“Erdoagan dixwaze beriya hilbijartinê bigîhije encamekê”

Karayilan dazanîn ku Erdogan dixwaze beriya hilbijartinê di van êrişên xwe de encamek bigre, lê encam ji ber ku negirt serî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla da, lê gerîla bi berxwedaniya xwe vê planê jî vala derxist.

Karayilan daxuyakirin ku dewleta tirk cesareta karanîna çekêk kîmyewî ji helwesta lewaz a hêzên derve û raya giştî girt û wiha berdewamî da nirxandina xwe:

“Dewleta Tirk taybet jî cesaretê ji bêdengiya NATO OPCW û hin hêzên derve ceraset girt û serî bikaranîna çekên weke taktîk nûkler, termobarîk karanî.

Ji ber wê em mecbûr man me van dîmena parvekir. Ez lêborînê ji malbatên şehîdan dixwazim lê cûda rê ji me re nehiştin.”

Karayilan dazanîn ku wê dewlet dagirker ti carî bi rêya şîdetê encam nagre.

Murat karayilan di vê êrişê de balkişand li ser hevkariya PDK’ê û ve nirxandin kir:

“PDK wê hesabê vê hevkariya xwe bide”

Hêzeke ku ji xwe re dibêje ez kurdim û hevkariya dijminê ku dixwaze kurdan bi kîmyewî qirbike dike. Ev yek ji bo PDK’ê rûreşiyek e.

Em dîsa dibêj bila dev ji vê hevkariya xwe berde, her hêza ku piştgirî bide dagirkerê ku dixwaze kurdan qirbike wê sibê hesabê vê yekê bide.

Karayilan çalakiyên ku li dijî sûcên dewleta Tirk ku li herderê kurdistan û ewropayê pêktê jî wiha nirxand:

“Gelê me niha li dijî sûcên tirkî li daqanin. Lê ev şêwazê heyî têrê nake, hîn lewazî heye. Divê gelê me asta çalakiyên xwe hîn bilintir û berfireh tir bikin.”

Her wiha Karayilan di dawî de bang li jin û ciwanên kurdistanê kirin ku ji berxwedana gerîla û ya Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv û bi erka xwe rabin.

Back to top button