“Dewleta Tirk qirkirina komî dimeşîne”

Hiqûqnas Xalid Cebir li dijî tecrîda li ser Rêber Ocelan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîla bertek nîşan da..
Xalid Cebir dibêje :
Dewleta Tirk bi şidandina tecrîda li ser Rêber Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî , qanûna mafên mirovan a cîhanê binpê kiriye..
Lewma divê li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bê darizandin.

Hemwextî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, dewleta Tirk şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan dewam dike.

Ev yek jî bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla..

Hiqûqnas Xalid Cebir derbarê vê yekê de ji ajansa ANHA’yê re nirxandin kirin ..

Hiqûqnas Xalid Cebir êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî wek berdewamiya plana qirkirina kurdan pênasekir û got:

“Dagirkeriya Tirk li dijî lihevkirin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî tevdigere.

Li gorî qanûna navneteweyî, dema dewleta Tirk wan çekên qedexe bi kar tîne, ew qirkirina komî dimeşîne.

Cebir daxwaz li Dadgeha Cezayan a Navneteweyî kir ku dewleta Tirk a qirker ji ber sûcên wê yên şer darizînin..”

Her wiha Hiquqnas Xalid Cebir derbarê tecrîdê de jî axivî û destnîşan kir ku dosyaya hiqûqê li Tirkiyê roj bi roj xirabtir dibe û got:

“Dewleta Tirk Qanûna mafên mirovan a cîhanê û bendên peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî binpê dike. ”

“Dewleta Tirk bibinpêkirina mafên mirovan ve sûc dike “

Cebir di dewama axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk rexne kir û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên mafê mirovan ve sûc dike. Îro gelek akademisyen û rojnamevan derqanûnî binçav dike.

Ji ber ku dosyaya binçavkirinê girêdayî mafên mirovan e. ”

Cebir bang li Komîteya CPT kir ku têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan yekser destwerdanê bike ..

Back to top button