Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên komkujiyên Qamişlo, bajarokên Til Hasil û Til Eranê bi bîr anîn.
Rêveberiya Xweser ev komkujî weke karê terorîst ku ewlehiya sivîlan kir hedef şermezar kir û got:
Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi êşeke pir mezin van bûyeran bi bîr tînin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.
Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûrî bin.
Da ku bigihêjin mafên civakê ji azadî, rizgarkirina ji zilmê û tunekirina hemû şaneyên terorîst ên razayî çi DAIŞ û çi rêxistinên alîgirên Tirkiyê bin ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.