JOSEPH DUNFORD: GEFÊN DAIŞ’Ê BI DAWÎ NEBÛNE Û METIRSIYA WÊ LI CÎHANÊ DEWAM DIKE

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford diyar kir ku gefên DAIŞ`ê bi dawî nebûne, her wiha tekez kir ku ev pêngaveke domdar e û DAIŞ ne tenê li ser Rojhilata Navîn gefan dixwe, lê li hemû cîhanê gefan dixwe.

Malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê axaftina serokê Desteya Erkan a Hevbeş û serokerkanê Amerîkyê Joseph Dunford, dema ku li Iraqê bû û bi berpirsên leşkerî yên DYA û hêzên koalîsyonê yên li paytextê re civiya, belav kir.

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford wiha got:

“Bêguman li Iraqê û Sûriyê DAIŞ hat tinekirin, lê ev nayê wateya têkoşîna li dijî fikrên çeteyan bi dawî bûye.

Ez bawer im me rêbaza gefan bi awayekî berbiçav guherand, me ew têk birine, lê divê em bizanin ku ev pêngav domdar e,

Hê jî li hemû Rojhilata Navîn metirsî heye, di heman demê de em dizanin ku DAIŞ gefan li hemû cîhanê dixwe.”

 

Leave a Reply

Back to top button