Di hilbijartina Îsraîlê de Netenyahu li pêş e

Doh li Îsraîlê hilbijartina pêşwext pêk hat.
Bi gotineke din di nava 3,5 salan de li welat hilbijartina 5. hat lidarxistin.
Bi vebûna sindoqên hilbijartinê de Netenyahu gav bi gav nêzî deshilatê dibe.
Her wiha gelek partî li bin sînorê benda hilbijartinê mane.

Di hilbijartina parlementoya Îsraîlê yên doh de nêzî ji sêyan yekê dengan hatin jimartin.

Li gorî encaman, gelek partiyên siyasî yên biçûk ên li eniya lîberal a Serokwezîr Yaîr Lapîd, di bin benda hilbijartinê ya ji sedî 3,25 de dimînin û nikarin bikevin parlamentoyê.

Di nav wan de partiya çep-lîberal Meretz û Lîsteya Erebî ya Yekbûyî jî hene.

Balad ku mafên Erebên Îsraîlî jî diparêze, li gorî encamên heyî di nav wan partiyan de ye ku nekariye parlamenteran bişîne Knessetê.

Li gorî encaman, îhtîmala ku Benjamin Netanyahu, serokê muxalefeta sereke ya di xeta rast a muhafazakar de, dîsa bibe serokwezîr.

Tê gotin, eniya rastgir a ku Netanyahûyê 73 salî pêşengiya wê dike, bi 62 kursiyan di Knesset a 120 endamî de dikare piraniyek teng bi dest bixe.

Hejmara kursiyên rûyê Lapid di asta 53-54 de dimîne.

Li gorî dengên ku hatine jimartin, partiya Netanyahu Likud bi nêzîkî 30 kursiyan partiya yekem e û partiya serokwezîr Lapid Yesh Atid jî bi 22 heta 24 an di rêza duyemîn de ye.

Di rêza sêyemîn de Partiya Siyonîst a Diyanetê ye bi rastgiriya tund tê naskirin di dîrokê de cara yekeme ewqas deng digre.

Li Îsraîl jî weke berê, tê payîn ku pêvajoya hejmartina dengan demeke dirêj bidome.

Tê payîn ku encamên demkî herî zû roja Pêncşemê werin ragihandin.

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî hilbijartinê li Qudsê ji alîgirên xwe re axivî û got,

“Me ji gelê Îsraîlê dengekî mezin ê baweriyê wergirt.

Em li ber serketineke mezin in.”

Desthilatdariya Netanyahu ya 12 salan ku di sala 2009’an de dest pê kir û 12 salan dewam kir, Hezîrana 2021’an bi hikumeta koalîsyon ya Yair Lapid re bi dawî bû.

Bi wê re di dîroka welat de cara yekem bû partiyeke rastgir li gel partiyeke ereb hevalbedî çêkir.

Back to top button