HPG: LI ŞEMZÎNAN, BESTA Û SILOPIYAYÊ 12 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bi bandor li dar xistin. Navenda ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên derbarê çalakiyan de parve kir û diyar kir ku 12 leşkerên artêş Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir:

25’ê Tîrmehê wesayîta leşkerî ji qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi qereqola Gemanê ve diçû.

Hêzên YJA-Strarê bi çalakiyeke sabotajê wesayît kir hedef.

Westayît hat imhakirin û yek jê payebilind bi giştî 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

26’ê Tîrmehê li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jî çalakiyek hat lidarxistin.

Li vir jî leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

27’ê Tîrmehê ango îro hêzên gerîla li Girê Şehîd Botan a herêma Xakurkê leşkerên dijmin kirin hedef..

Leşkerî dijmin hat kuştin.

Hêzên Gerîla li Botanê jî rêzeçalakiyên xwe li dijî artêşa dagirker didomîne.

Roja 24’ê Tîrmehê hêzên gerîla li herêma Berê Pirê yê Besta Meryemê ya herêma Besta a Botanê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker kir hedefa êrîşa xwe.

Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Îro danê nîvro jî hêzên Gerîla li dijî nuqteya kontrolê ya artêşa dagirker li nêzî gundê Hedît yê navçeya Silopya ya Şirnexê çalakiyek li dar xist.

Di vê çalakiyê de jî wesayîta zirxî ya tîpa kobra û konteynîr hat rûxandin.

Û bi qasî hat tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

22’ê Tîrmehê li herêma Çermê ya Çewlikê di navbera yekîneyên dijmin yên derketibûn operasyona dagirkeriyê û hêzên gerîla de şerekî germ derket.

Di vî şerî de jî gelek leşker hatin kuştin.

Her weha HPG’ê diyar kir ku 4 hevalên wan jî bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button