Koma Cûdî kilîpa “Jin Jiyan Azazî” belav kir

Jin Jiyan Azadî…Silogana ku muhra xwe li sala 2022’an xistiye.
Jina Kurd Jîna Amînî bû çirûska belavbûna vê siloganê li seranserî Cîhanê.
Ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û îro li her kolanekê tê gotin.
Lewma navendên çand û huner ev bûyer hêja dîtin ku berhemên hunerî li ser wê saz bikin.
A herî dawî jî Koma Cûdî ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Hunermendên komê bi hev re stranek bi navê “Jin Jiyan Azazî” bi hev re got û dengê Jîna Amînî hîna bilindtir kir.
“Textê Zordest birûxîne”

Back to top button