HER: LI HERÊMA MARE’Ê Û NAVÇEYA ŞÊRAWA 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li herêma Mare’ê û li navçeya Şêrawa 5 çete kuştin.

Rêzeçalakiyên hêzên Rizgariya Efrîn yê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Mare’ê û navçeya Şêrawayê hêzên rizagariya Efrînê derbên giran li dagirkeran dan.

24’ê Tîrmehê hêzên rizagariya Efrînê çalakiyeke sekvanî li hember çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare’ê li dar xistin.

Di encamê de çeteyek hat kuştin.

25’ê Tîrmehê li başûrê bajarê Mare’ê li derdora gundê Ebla hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyek li dijî noqte û stargehên çeteyên Ehrar el-Şam li dar xist.

Di encama çalakiyê de 2 çeteyên girêdayî Ehrar el-Şam hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Her wiha 2 motorsiklêtên çeteyan jî hatin rûxandin.

26ê Tîrmehê li navçeya Şêrawa gundê Birc Heyder hêzên rizgariya Efrînê li dijî çeteyn Feyleq el-Şam çalakiyek sekvanî li dar xistin.

Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Feyleq el-Şam hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button