DADGEHA BILIND A TIRKIYÊ LI BINPÊKIRINA MAFÊN 9 AKADEMISYENAN MUKUR HAT

Dadgeha herî bilind a Tirkiyê, li binpêkirina mafên hinek akademisyenan ku bi Kurdan re sekinîbûn, mukur hat.

Ev kes, di 2016’an de, bi tawana “belavkirina propogandayeke terorîst” hatin binçavkirin.

Ajansa Anadolê ya Tirkî ragihand ku 9 endamên dadgeha destûrî ev yek erê kir, lê 8’ên din red kir.

Li gorî dadgehê, her 9 akademisyen wê 9 hezar lîreyî weke qerebûyên darayî bi dest bixin.

Di Çileyê 2016’an de, gotareke vekirî li jêr navê “em nabin alîkarê vê tawanê” hat belavkirin.

Hezar û 128 akademisyenên payebilind, li ser vê gotarê îmze kir û tê de reftarên hikumeta AKP’ê der heqê Kurdan de şermezar kirin.

Ev yek piştî şerê navbera dewleta Tirk a dagirker û şervanên tevgera azadiya Kurdistanê de bi çend mehan hat.

Ango piştî şikandina agirbesta ku 2 sal û nîvan dewam kir, gava çûnûhatin hat qedexekirin û piraniya deverên bakurê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

Li gorî van akademisyenan, 785 kes piştî vê gotarê li beramberî dadgehê bi tawanên cuda cuda sekinîn.

Heta niha jî hikum li 204 kesan hatiye birîn.

 

Leave a Reply

Back to top button