Koreya Bakur 3 moşek ceriband

Koreya Bakur bi ceribandina moşekan, Japonya û Koreya Başûr xist nava alarmê.
Piştî ceribandinên doh, rêveberiya Pyongyangê îro jî 3 moşek ber bi Japonya ve avêtin.
Hikumeta Tokyo li ser agahiya ku moşekek li ser Japonya re derbas bûye û li Oqyanûsa Pakifîkê ketiye nû kir.

Koreya Bakur bi ceribandinên moşekan, Koreya Başûr û Japonya xistiye nava tevgerê.

Wezareta Parastinê ya Japonya ragihand ku Koreya Bakur 3 moşekên din ceribandine.

Pyongyang bi moşekan tokyo xistiye nava fikaran

Wezaretê agahiya moşeke di ser Japonya re derbas bûye û li Oqyanûsa Pasîfîkê ketiye jî sererast kir.

Hat diyarkirin ku moşek ji radarê winda bûye û di ser Japonyayê re derbas nebûye.

Tê texmînkirin ku mûşeka yekem ketiye Deryaya Japonyayê (Derya Rojhilat).

Televîzyona dewletê NHK’ê ragihand ku mûşekên Koreya Bakur di saetên siharê de li Derya Japonya ketine.

Hikumeta Tokyo raya giştî hişyar kir

Di peyama pergala hişyariya zû ya “J-Alert” a ku piştî moşeka despêkê, li parêzgehên Yamagata, Niigata û Miyagi ket meriyetê, ji gel hat xwestin ku li avahiyan bimînin.

Hişyariya bo raya giştî ya hersê herêman “piştî moşekên ber bi welat ve li nêzîkî ketin” hate dayîn.

Tokyo: Ev ceribandin êdî nayên tehemûlkirin

Serokwezîrê Japonyayê Kişîda Fumio di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ceribandinên moşekan wekî “netehemûl” binav kir.

Kişîda got, tê texmînkirin ku moşeka despêkê a ku ji cureya balîstîk a navparzemînî ye (ICBM) hatiye avêtin be.

Kişîda diyar kir ku hevkariya bi DYA û Koreya Başûr re wê li hemberî tevgeran dewam be.

Her wiha hat destnîşankirin ku piştî ceribandinan ti zirar negihiştiye derya û balafirên li seranserê herêmê digerin.

Wezîrê Parastinê Hamada Yasukazu ragihand ku “sedema windabûna (moşeka yekem) ji radarê tê lêkolînkirin.”

Ceribandinên li pey hev

Ji aliyeke din ve hêzên ewlekariya peravên Japonyayê (KAIHO) ragehandin ku piştî ceribandina yekem, Koreya Bakur 2 moşekên din avêtine.

Hat ragihandin ku 2 moşekên din jî li Derya Japonyayê (Derya Rojhilat) ketine.

Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku tê texmînkirin Koreya Bakur moşekek balîstîk a navîn an jî menzîla dirêj ceribandiye.

Herî dawî Îlona 2017’an Koreya Bakur moşekek menzîla wê dirêj ya ku ser Japonya re derbas kiribû û li Oqyanûsa Pasifîkê ketibû.

Back to top button