Dewleta Tirk li dijî Gerîla sûcê şer didomîne

Dewleta Tirk a dagirker ku li başûrê Kurdistanê li pêşberî berxwedana gerîla nikare encamê bigire sûcên şer didomîne.
HPG’ê ragihand êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla bê navber didomin û got,
“2’ê Mijdarê 26 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî qadên gerîla hatin bombebarankirin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên gerîla jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva van êrişan didin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê re Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di bin şertên herî zehmet de berxwedaneke dîrokî nîşan didin û wiha got,

“Hêzên me derbên giran li dagirkeran didin. Artêşa Tirk a dagirker ku tevî hemû derfetên di destên xwe de jî nikare berxwedana gerîla ya bi rih û îradeya Apocî bişkîne, bi rê û rêbazên der mirovahî dixwaze bighêje armanca xwe.

Tevî ku sûcên şer yên der mirovahiyê hatine bi belgekirin jî artêşa Tirk bê navber êrişên bi çekên kîmyewî didomîne.”

HPG: Li herêma Zapê leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2’ê Mijdarê li Qada Çemço ya Zapê di çalakiya sekkvaniyê ya tîmên bi tevger de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin.

Heman rojê li Qada Sîda pergala kamera ya çavdêriyê ku dagirkeran li dora çeperên şer yên Şehîd Felat bi cih kiribûn hat rûxandin.”

“Artêşa Tirk 26 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êriş kir”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 2’ê Mijdarê 14 caran bi bombeyên qedexekirî, 12 caran bi çekên kîmyewî, 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button