MXDŞ: Ev operasyoneke hevbeş a MÎT û PDK’ê ye

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişê daxuyaniyek da û got:
“Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye ku li ser gelê me tê meşandin.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişê daxuyanî da.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :

“Em dibînin li ser Şengalê planên tunekirinên ên cidî hene.

Ev opersyoneke hevbaş a MÎT û PDK’ê ye li ser gelê me tê meşandin.

Ew dixwazin bi van êrişan vegera gel a ji bo Şengalê asteng biikin û rê li ber mezinbûna îradeya azad a civaka me bigirin.

Di nava van rojên dawî de gelek êriş li ser Şengalê pêk hatin û hikumeta Îraqê her bêdeng e.”

MXDŞ da zanîn ku ev planekî metirsîdar e û li himberî hemû Êzdiyan e û wiha domand :

Em bang li gelê xwe dikin rabin ser xwe û bêdeng nemînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê ji bo şermezarkirina êrişan îro di saet 9’an de meşeke bê li darxistin.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû Şengaliyan kir ku tevl meşê bibin.

Back to top button