Ji Mîçotakîs bo Erdogan peyam

Li ser krîza aborî ya li Tirkiyê, Serokwezîrê Yewnan Mitsotakis îşaret bi Erdogan kir û got:
Eger bihabûn li gel me jî ji sedî 85 ban min wê hewil daban mijar biguherta.

Li ser xeta Atîna-Enqerê asta aloziyê bilindtir bû.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê hewl dide bala raya giştî ji aborî bide aliyekî din.

“Eger li gel me jî bihabûn zêde ba min wê mijar guhertiban”

Kiryakos Mitsotakis piştî Civîna Bilind a Balkanên Rojava ya doh li Berlînê axivî û got,

“Eger enflasyon li Yewnanîstanê ji sedî 85 bûya, min wê hewl bidaya mijarê biguherim.”

Mitsotakis li ser daxuyaniyên Enqereyê yên der barê Atînayê de jî ev tişt anî ziman:

“Eger min her carê bersiva rayedarên Tirk yên bû provakasyon li hemberî me bidaya, ez bawer nakim ku wextê min ji bo tiştekî din hebe.”

Serokwezîrê Yewnanîstanê got,

“Weke min berê jî gotibû, em ê nekevin nava nîqaşên ku wê negihêje cihekî.

Helwesta Yewnanîstanê gelekî zelal e, tiştekî nû lê zêde bike nîne.”

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) doh rêjeyên enflasyonê yên meha Cotmehê eşkere kir.

Li gor daneyên TUÎKê enflasyon (CPI) mehane ji sedî 3,54 û li gor salekê jî ji sedî 85,51 bû.

Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî destnîşan kiribû ku di meha cotmehê de enflasyon ji sedî 7,18 zêde bûye û li gorî salane jî bûye ji sedî 185,34.

Aloziya gravên li derya Ege

Di van salên dawî de, Tirkiye û Yewnanîstan gelek caran li ser mijarên wekî parzemîna li Rojhilatê Derya Spî, qada hewayî ya li ser Egeyê, krîza koçberan û paşeroja Qibrisê hatine pêşberî hev.

Krîza heyî ya di navbera her du welatan de dema ku Erdogan got, Yewnanîstan bi hinceta statuya xwe nikare giravên xwe yên li Deryaya Egeyê çekdar bike, dest pê kir.

Enqere îddîa dike ku Peymana Lozanê ya 1923 û 1947’an a Parîsê giravan bi şertê ku bêçek bimînin dane Yewnanîstanê.

Di dema ku Tirkiye îdia dike ku çekdarkirina giravên li Egeyê ji bo xwe metirsiyek çêdike, Atîna îdîa dike ku gotinên wiha “destwerdana serweriya wê dike”.

Back to top button