EFRÎN – GELEK SIVÎL JI GUNDÊ ME’MILA YÊ MABETA REVANDIN

Di demên dawî de binpêkirin û kiryarên dûrî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirkerli Efrînê zêde bûne.
ji aliyekî ve hejmarên mezin ji sivîlan tên revandin, ji aliyekî din ve gelek dar tên birîn.
Di heman demê jî, dagirkeriya Tirk fişaran li welatiyan dike û ji xaniyên wan derdixînin.

Di van du rojên dawî de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîsa sivîl revandin, gelek dar birîn û welatî ji xaniyên wan derxistin.

Ajansa Hawarê (ANHA) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa agir berda zeviyên gundê Bircqasê.

26’ê Tîrmehê çeteyên bi navê Sultan Mihemed El-Fatêh gelek sivîl ji gundê Me’mila yê Mabetayê revandin.

Navê çend kesên hatine revandin ev in:

– Elî Beg Cafer
– Nûrî Kurdî
– û Îzat Kurdî.

Tê zanîn kesê bi navê Îzat Kurdî endamê Partî Dîmokratî Kurdistan-Sûriye PDKSê ye.

25’ê Tîrmehê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mistefa Mihemed Bahar ji gundê Basutê yê Şêrawa revand.

Di çarçoveyeke din de, di nava komeke çeteyan de li navenda bajarê Efrînê bombeyek teqiya.

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha li gundê Uga yê Bilbilê çeteyên bi navê Sultan Murad daran dibirin.

Duh jî heman koma çete li gundê Meydankê yê Şera dar birîn.

Beriya çend rojan jî, darên gundê Kaxirê yê Navçeya Mabeta ji aliyê çeteyan ve hatin birîn.

25 Tîrmehê jî çeteyên dagirkeriya Tirk zor û fişaran li welatiyên gundên Dêrsiwan, Mersewa, Şîltehtê û Îkîdamê yên Şera dikin da ku ji xaniyên xwe derkevin.

Leave a Reply

Back to top button