Eyşe Efendî: Tirkiyê hemû peymanan bipê dike

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî anî ziman ku dewleta Tirk bikaraîna çekên Kîmyewî li dijî gerîla hemû peymanên navneteweyî binpê dike.
Eyşe Efendî bang hemû gelê Kurd kir ku li hember dagirkeran têkoşîna xwe xurt bikin. 

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî gerîla axivî.

Eyşe Efendî da zanîn ku Erdogan di aliyê siyasî, aborî û dîplomasî de têk çûye ji ber wê serî li hemû rêbazên qirêj dide.

Eyşe Efendî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi bikaraîna van çekan li dijî gerîla hemû peymanên navneteweyî binpê dike.

Eyşe Efendî: Wê dawiya PDK’ê jî bê

Eyşe Efendî balkişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî û diyar kir ku wê dawiya wan bi dawiya Erdogan re be.

Eyşe Efendî bang li gelê Kurd yê li her çar beşên Kurdistanê kir ku bibin yek û li hember dagirkeran têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button