Dayîka Şehîd Aryo: Ez bi kurê xwe serbilindim

Dê û bavê şehîd Îbrahîm Mîxaîl(Aryo) diyarkirin ku kurê wan ji bo parstina axa welat canê xwe fedakir, ew bi kurên xwe serbilindin.
Hevalê şehîd Îbrahîm Mîxaîl jî teqez kir ku ewê çeka hevalê xwe li erdê nehêle heta dawî li ser şopa şehîdan ax û gelên xwe biparêzin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Turkmen pêk hat.

Ev şoreş hîn bi berdêlan didome.

Yek jî berdêlên herî dawî şehateda endamê hêzên Sutoro Îbrahîm Mîxaîl/Aryo yê ku di 12’ê Cotmehê de di êrişeke balafiran a Tirkiyê de şehîd bû.

Têkildaî şehadeta Aryo de malbata wî axivî.

Dayîka şehîd Îbrahîm Besam Mîxaîl Rahêl Şemûn wiha behsa girêdana kurê xwe bi axa welat re kir û got:

“Îbrahîm pir ji gelê xwe hez dikir û dihat hezkirin. Îbrahîm her ji min re digot, ev xaka me ye û divê em xak û doza xwe biparêzin.

Bi çek û doza xwe ve girêdayî bû, piştî ku biryara parastina gel û doza xwe da, ji me re bû jêdera serferaziyê.

Ez pir bi kurê xwe serbilind im. ”

Bavê Şehîd Aryo: Divê em destkeftiyên şehîdan biparêzin

Her wiha, bavê şehîd Aryo, Besam Mîxaîl jî balkişand li ser girîngiya parastina welat û dozê û ev nirxandin kir:

Parastina welat erka hemiyan e; ji ber vê yekê dema DAIŞ’ê êrişê Hesekê kir, min û kurê xwe Îbrahîm biryara tevlêbûna nava hêzên Sutoro dan.

Ger em bi xwe welat û axa xwe neparêzi wê kes neparêze yê heyî jî wê were dagirkirin û wêrankirin.

Ez pir bi wî serbilind bûm ji ber ku wî rêya parastina xak û bajarê xwe hilbijart.”

Hevalê Şehîd Aryo: Suriyan bi şoreşê re nasnameya xwe parastin

Fermandarên Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro û hevalê şehîd Aryo, Îskender Şemûn jî axivî û got:

“Şehîd Îbrahîm hertim rewşa niha bi ya berê berhevdikir û digot ev şoreş hişt ku em dîrok, ziman û mafên xwe nas bikin.”

Iskener Şemûn di dawiya axftina xwe de soz da şehîd Îbrahîm û malbata wî ku rêya şehîdan bişopîne û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.

Back to top button