QSD’ê û Asayîşê 7 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtin

QSD’ê û hêzên Asayîşê li gundewarê Dêra Zorê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Asayîşê li gundê El-Izbê yê Dêra Zorê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

QSD’ê eşkere kir ku çekên û belgeyên ku hevkariya wan bi DAIŞ’ê re nîşan dide jî ketin destê hêzên wan de.

Dawiyê QSD’ê piştrast kir ku hêzên wan dê têkoşîna li hember DAIŞ’ê bidomînin û parastina xelkê bikin.

Back to top button