“Ji bo tola şehîdên Mamreşo”

Di nava rojê de ketin nava hêzên artêşa Tirk û li wan dan.
Bi gotina wan, tola şehîdên Mamreşo hilgirtin û bêyî ku ti şehîd an jî birîndarên wan çêbibin, bi awayekî saxlem vegeriyan çeperên xwe.
HPG’ê bi rêya Gerîla TV, dîmenê çalakiya Girê Mamreşo parve kir. 

Nêzî 2 salan e dewleta Tirk hewl dide herêma Avaşînê dagir bike.

Ji bo vê yekê ji balafiran bigrin heta her cûreyên çekên qedexekirî bikar anîn.

Diyar re ku artêşa Tirk di van êrişên xwe de îradeya bi hêz a gerîllayên Kurdistanê hesab nekiribû.

Û ji ber derbên giran ên xwarî, vê carê çekên kîmyewî xistin dewrê.

Li hemberî vê êrişê, koma gerîlla a ji 7 kesan pêk dihat, 10 rojan bê navber liber xwe da.

Û dawiyê ji ber bikaraîna çekên kîmyewî, gerîlla Sarya, Serhed, Canfeda, Zafer, Rûken, Xebat û Kamûran şehîd bûn.

Gerîlla TV dîmenê çalakiya Mamreşo weşand

Ji wê rojê ve hevrêyên wan ên li herêma Avaşînê soza tolhildanê dan.

“Serkeftin Misoger a me ye”

Û Tîrmeha îsla xwe amade kirin bû bi biryardariyeke mezin ketin ser rê.

Beriya çalakiyê jî tenê armanca wan serkeftina misoger bû.

Li Girê Mamreşo, cihê ku 7 hevrêyên wan bi çekên kîmyewî şehîd bibûn, gerîlla pêşî hêzên artêşa Tirk dişopîne.

“Nava rojê rê li hêzên dagirker girtin”

Û 26’ê Tîrmehê nava rojê dikevin nava wan.

Rê li pêşiya dagirkeran digrin û bi sebir li benda hatina wan e.

Gerîllayên di çalakiyê de bi kelecan li benda gotina dawî ya fermandarê xwe Bawer in.

Û ji nişkê ve gerîlla ji çend milan ve li yekîneya artêşa Tirk didin.

Dagikerên ku ji tirsa belav bûn, ketin kemîna gerîlla.

Paşe yek bi yek leşkerên artêşa Tirk dikevin xwarê.

“Em Bazên Zagrosê ne”

Gerîlla yek bi yek wan kontrol dikin, hem çek û hem jî cebilxaneyan kom dikin.

Ew bi soza serkeftin û tolhildana şehîdên Mamreşo çûn cihê çalakiyê.

Wisa kirin, soza xwe bicih anîn û bêyî ku ti şehîd û birîdarên wan çêbibin vegeriyan eniyên xwe.

Back to top button