Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 50. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jinan dewam dikin.
Ev 50 rojin gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di nav çalakiyan de ye.
Rejîma Îranê ji bo pêşiyê li çalakgeran bigre, tundiyê bi kar tîne û li Belûcistanê komkujî pêk anî.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwandekaran di roja 50’an de berdewam dikin.

Hêzên rejîma Îranê guh nadin daxwazên gel û bi tundî êriş dikin.

Rejîma Îranê hewil dide bi girtin û kuştina xwepêşandêran, serhildanê bitepisîne.

Lê li beramberî vê yek gel qadan naterikîne û daxwaza azadiyê dikin.

Duh, piştî serhildana li Belûcistanê, li gelek bajaran gel heya derengiya şevê li qadan bû û rejîma Îranê pirotesto kir.

Her wiha Îro li Rojhilatê Kurdistanê welatiyan careke din deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Li bajarê Sine jî gel ziyareta tirba qurbaniyan kirin û li wir dirûşmeyên “Bimre Xamênêyî” berz kirin u bertek nîşan dan..

Li Tehran û bajarê Îranê yên din jî di heman çarçeveyê de çalakiyên bi daxwaza azadiyê hebûn.

Xwandekaran jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din tevlîbûna dersan pirotesto kirin û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li dijî rejîmê daketin qadan.

Hêzên rêjîma Îranê li Belûcistanê komkujî pêk anî

Li aliyê din, gorî dîmenên ku li Belûcistanê hatine girtin, hêzên rejîma Îranê careke din komkujî pêk anîniye.

Di dîmenan de jî xuya dibe ku hêzên rêjîmê çawa guleyan li welatiyan direşînin, lê heta niha derbarê hêjmara kuştî û birîndaran de agahî nehatine parvekirin.

Back to top button