ERDOGAN ÊDÎ LI DAKETINA LÎREYA XWE MUKUR TÊ

Serokê hikumeta AKP’ê Erdogan êdî li daketina lîreya welatê xwe mukur tê.

Erdogan di civîneke endamên AKP’ê li Enqereyê de axivî û got:

Komployeke derveyî ku dixwaze buhayan bilind bike û abora me ya Tirkî pûç bike, tê meşandin.

Erdogan hûrguliyên vê komployê şirove nekir, ne jî got bê kî li paş disekine.

Her cara abora Tirkiyê dadikeve, serokê hikumeta AKP’ê bi van gotinan xwe xelas dike.

Piştî têkçûna wî di hilbijratina hersê bajarên mezin de jî, hingê heman tişt kir bihane.

Di 2018’an de lîreya Tirkî ji sedî 30 ji nirxê xwe daket, wê çaxê jî abrzanan ev yek vegerandin tengijîna navbera wê û Waşinyonê.

Roja Pêncşemê, Erdogan buhayên fêdê daxist 19.75 ku berî niha ji sedî 24 bû.

Ev gav piştî bidûrxistina serokê banka navendî ya Tirkiyê bi 3 hefteyan hat.

Li gorî serokê hikumeta AKP’ê, buhayên fêdê bixwe rê li ber geşedana aborê girtiye, ji lew re divê buha kêm bibin.

Der barê mijarê de, aborzanekî ji ajansa Bloomberg a Amerîkî re got:

Stratejiya Erdogan tirsnak e, eger li ser vê yekê bimîne, wê senaryoyên xambaxtir derkevin holê.

Leave a Reply

Back to top button