HPG: Li Werxelê 2 leşker hatin kuştin

Li herêma Werxelê di encama lêdana gerîlla de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de qadên wan bi çekên kîmyewî, 9 caran bi balafiran û 18 caran jî bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê têkildarî encama şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî parve kirin:

Li herêma Zapê, 4’ê Mijdarê dagirkerên li derdora qada Şehîd Adil bûn armanca lêdana gerîlla.

Li herêma Avaşînê jî 2 Mijdarê li qada Werxelê gerîlla kemîn danî pêşiya hêzên artêşa Tirk.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê jî şeva 4’ê Mijdarê helîkopterên artêşa Tirk xwestin qada Girê Cûdî bombardiman bikin.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

Têkldarî êrişên artêşa Tirk jî HPG’ê ev agahî dan:

24 saetên derbasbûyî artêşa Tirk,

Carekê bi çekên kîmyewî,

9 caran bi balafirên şer,

Û 18 cana jî bi helokopteran, Herêmên Parastinê yên Medyayên hatin bombardimankirin.

Di êrişan de bombeyeke qedexekirî ya bi bandor jî hat bikaranîn.

Back to top button