LEŞKERÊN IRAQÊ JÎ NEHIŞTIN ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ BER BI HEWLÊRÊ VE BIMEŞIN

11 roj in Asayîşa PDK’ê rê nade şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê derbasî bajarê Hewlêr bibin.
Şêniyên wargehê jî xwestin li dijî helwesta PDK’ê meşekê lidar bixin.
Lê meş ji aliyê artêşa Iraqê ve hat astengkirin.
Li ser vê yekê Mexmûriyan daxuyaniyek dan û gotin:
Wê ti kes nikaribe bi dorpêçan îradeya me têk bibe.

Wargeha penaberan a Mexmûrê dibin zext û dorpêça PDK’ê de ye.

Asayîşa PDK’ê ev 11 roje rê nade ku şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê.

Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê asayîşên PDK’ê ve tên vegerandin.

Li hemberî vê helwestê îro şêniyên Mexmûrê li pêşiya Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê ve bi meşin.

Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketine, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin.

Bi sedan leşkerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtine û nehiştin ji wargehê derkevin.

Şêniyan jî li ser ve yekê daxuyaniyek dan û gotin:

Ev 25’ê salin weke xelkê Bakûrê Kurdistanê em penaberî Başûrê Kurdistanê bûne.

Penabertiya me ji aliyê 3 rêxistin û sê dewletên ku di bin sêwana navneteweyî de têne naskirin hatine pejirandin.

Tişta ku şêniyên Mexmûr li ser lingan dihêle, yek girtin û yek helwesta wan li dijî dagirkeriyê ye.

Mexmûr mînakeke li tevahî Cîhanê ku gelê xwe diparêze û bi rêxistin dike.

Mexmûriyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi rûxmî em di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî, Komara Iraq û başûrê Kurdistanê de ne lê dewleta Tirk ji sala 2017’an ve bi awayekî hovene êrîşî wargehê dike, şêniyên me tê dikuje.

Mafên me yên rawa ji destên me têne girtin rêya hatin û çuyînê li ser me digrin.

Daxuyanî bi silogana ‘Kesek Nikare roja me tarî bike’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button