“ASTA TUNDÎ, TAWAN Û REVANDINA SIVÎLAN LI EFRÎNÊ BILIND BÛYE”

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê derbarê binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxyuaniyê de Navendê bal kişand ser bilinbûna asta tundî, tawan û revandina li herêmên di bin dagirkeriya dewletaTirk de.
Navenda Belgekirinan destnîşan kir ku hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê welatiyan direvînin û fidyeyan dixwazin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan Li Bakurê Sûriyê got ku tevî bangawaziyên wê ji bo rawestandina van binpêkirinan jî, lê dewletên cîhan wan bangawaziyan paşguh dike.

Derbarê vê mijarê de, Navenda Belgekirinê bang li alî û rêxistinên navnetewî kir da ku bi erka xwe ya parastina sivîlan rabin.

Navendê ji rêxistinên navnetewî xwest fişaran li dewleta Tirk bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne û aliyên gunehbar jî darizîne û wiha di daxuyaniyê de got:

NAVENDA BELGEKIRINA BINPÊKIRINAN LI BAKURÊ SÛRIYÊ:
BERPIRSÊ SEREKE YÊ BINPÊKIRINÊN LI EFRÎNÊ, DEWLETA TIRK E

Dewlta Tirk, weke dewleteke dagirker, berpirsyarê sereke yê tawanên şer ên li Efrînê ji aliyê çeteyan ve tên kirin e.”

Navendê diyar kir ku ew çete piştevaniya xwe ya darayî ji aliyê dewleta Tirk ve digirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê binpêkirinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji Sibata 2018 heya Hezîrana 2019 belge kiribû:

Binpêkirin:

– 967 sivîl hatin kuştin, ji wan 25 di bin êşkenceyê de.
– 5199 sivîl hatin revandin, ji wan 610 di êşkenceyê re derbas bûne.
– 377 revandin û xwestina diyeyan.

Teqîn: 121 bûyer

Ziyanên canî: 1615 sivîl birîndar bûn, ji wan 179 zarok û 98 jin.

Bombekirin:

– 1051 êrîşên ezmanî.
– 64 topbaran.

Li ser sînor:

– 434 sivîl li ser sînor hatin kuştin, ji wan 79 zarok û 53 jin.
– 360 sivîl li sînor birîndar bûn.

Destdanîna ser mal û milkên welatiyan:

– 1385 xanî veguhrîn zîndan, mizgeft û baregehên leşkerî.
– 76 xanî û dikan hatin şewitandin.
– 1396 gor hatin rûxandin.
– 54 dibistan û navnedên perwerde û xizmetguzariyê veguherîn baregehên leşkerî.

Li hember vê yekê, di 21 bajar û bajarokên Sûrî de, 350 xwepêşandan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin.

Leave a Reply

Back to top button