Iraqê biryar girt ku Îraqiyên li kampa Holê vegerîne

Desteya Wezîran a Iraqê ragihand ku wan biryar dane û gelek wezaret erkdar kirine ku hemû welatiyên xwe yên li Rojavayê kurdistanê vegerînin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokayetiya Desteya Wezîran a Iraqê di civînekê de dosyeya koçberên Iraqî yên li kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin e.

Di civînê de li ser bicihkirina koçberan, pirsgirêkên wan û vegerandina koçberên Îraqî yên li Kampa Holê nîqaş hatine kirin.

Serokwezîrê Iraqê ji bo koçberên li kampa Holê, aliyên peywendîdar erkdar kirine ku bi mijara vegerandina wan de bixebitin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koçberan a Iraqê, heta niha zêdetirî 3 hezar û 90 welatiyên Iraqî ji kampa Holê ji bo Îraqê hatine vegerandin.

Back to top button