12 Parlamenteran parlamentoya başûrê Kurdistanê boykot kirin

Li gorî yasayê, dema Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Lê bi yasayekê, dema parlamentoyê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin. 12 parlameneran li hember vê biryarê ji parlementoyê istîfa kirin.

Li gorî yasayê, dema Parlamentoya Başûrê Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe lê saleke din hat dirêjkirin..

12 parlameneran li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan dan, xwe ji parlamentoyê vekişandin û ragihandin ku ew parlamentoyê boykot dikin.

Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ebdulstar Mecîd daxuyaniyek da û got:

“Çawa ku dema yasayî ya Parlamentoyê temam bûye, heman şêweyî dema serokatiya Herêmê, hikûmet, meclîsên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye.

Hemû sazî û dezgehên sereke yên di bin desthilatiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê de, rewabûna xwe ji dest dane.”

Back to top button