Polis û leşkerên Tirk êrişî meşa Silopiya kirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi dirûşmeya ‘Meşa Mirovahiyê’ li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hezaran kes meşiyan. Li Stenbolê jî bi sedan kes meşiyan. Polis û leşkerên Tirk xwestin pêşiyê li çalakiyan bigrin, lê beşdaran meşa xwe dewam kirin.

Polis û leşkerên Tirk fîşekên plastîk û bombeyên gazê avêtin gerseyê.

Fişeke li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin û ew ji ser hişên xwe çû.

Girseyê demekê rê li trafîkê girtin û paşê li kolanan berbelav bû û meşa xwe dewam kirin.

Hat ragihandin ku di êrişê de hinek çalakger hatine binçavkirin û rojnamevanên meş dişopandin jî rastî êrişan hatine..

Li Stenbolê li hember bikaranîna çekên kîmyewî çalakî hat lidarxistin

Bi heman armancê; li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî çalakî hebû..

Tevî astengiya polîsan jî çalakgeran bîkaranîna çekên Kîmyeyî ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kirin.

Girseya gel ku di nav de dayikên aşitiyê jî amadebûn, xwestin derkevin ser rêya Îstîqlalê, lê hatin astengkirin û 2 kes hatin binçavkirin.

Her wiha polîsan parlementerên HDP’ê jî di nav de, gelek kes dorpêç kirin.

Back to top button