Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 2 çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin. Di herdu çalakiyan de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Xezeba Zeytûnê di daxuyaniya xwe de weha dibêje:
“Di çarçoveya çalakiyên me li bakurê Sûrî de, hêzên me operasyonên xwe li dijî komên çete û artêşa dagirkeriya Tirkiyê zêde dikin.
Di vê derbarê de, 26 Tîrmehê , hêzên me bombeyek li ber rêyekê li navçeya Meydankê çandibû.
Bombe bi siwareyeke leşkerî de teqiya û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
27 Tîrmehê jî hêzên me bombeyek li navenda bajarê Efrînê li Rêya Vîlat teqand û di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.”
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi van gotinan bi dawî kir:
“Em ji gelê xwe yê ji ber zorê ji xaka xwe derketin, teqez dikin ku em ê asta operasyonên xwe bilind bikin heta ku çete û artêşa Tirk a dagirker ji xaka me derdikevin.”