Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin

Di ‘Meşa Mirovahiyê ya li Dijî Çekên Kîmyewî’ ku bi hezaran kes li Silopiya û Stenbolê tevlî bûn de gelek kes hatin binçavkirin.

Li bajarokê Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi tevlîbûna bi hezaran kesan meş hate lidarxistin.

Leşkerên ku êrişî meşê kirin siyasetmedar û endamên sendîkayê jî di nav de 32 kes binçavkirin.

Di meşa li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin

Bi heman boneyê li Stenbolê jî êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin.

Girseyê tevî êrişa polîsan jî ber bi Rêxistina HDP’a Bajêr ve meşiyan.

Polîsan êrişî girseyê kirin.

Di êrîşê de Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan gelek siyasetmedar û welatî bi kelemçeya paş ve hatin binçavkirin.

Herî kêm 80 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr ku li ser Cadeya Vatanê.

Back to top button