Duh Çilrojiya hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser şehîd Zeyneb Mihemed û şehîd Yilmaz Şero bû. Li Hesekê û Qamişlo bi merasîmekê herdû şehîdên hatin bi biranîn .
Zeyneb Mihemed li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye ya kantona Hesekê hat bibîranîn ..
Di merasîmê de Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo axivî..
Zehra Semo diyar kir ku Em ê wefedarên şehîdan bin û şopdarên rêya wan bin.”
Xwişka şehîd Zeyneb, Ezmîran Saroxan jî got: “Dijmin nikare bi şehîdxistina keç û xortên me îradeya me têk bibe.”
Li Qamişlo jî goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo şehîd Yilmaz Şero hat bibîranîn..
Bi navê Rêveberiya Xweser Kanan Berakat û Hevserokê TEV-DEM Xerîb Hiso axivîn û got:
“Em her tim li ser rêya şehîdên xwe ne. Rêya şehadetê, rêya rast e. “