Li Tanzanya balafirek li nava gola avê ket; herî kêm 19 kes mirin

Li Tanzanyayê balafireke rêwiyan ji ber rewşa hewayê yê xirab li nava Gola Vîctoria ket.
Herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dan 23 rêwî jî hatin rizgarkirin.

Polîsê Tanzanyayê, Midûrê Herêma Kagerayê, Wîllîam Mwampaghale daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê balafir li Gola Vîctoriayê ketiye.

Di encamê de 19 kes mirine.

Mwampaghale diyar kir ku birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Kagerayê û destnîşan kir ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Mwampaghale anî ziman ku di balafira ku ji Darusselam diçû Balafirgeha Bukobayê de 39 rêwî û 4 kes ji ekîbên tanzîmê hebûn.

Back to top button