”Emê refên têkoşînê bişidînin”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim bi gotarekê ji bo şidandina refên têkoşînê û têkbirina faşîzmê bang kir. Ayten Dersim da zanîn ku hevrêyên wan Sara û bûn pêşengên xeta jiyana fedayî, Her wiha dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye û li tevahiya cîhanê belav bûye.

Ji Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim bi sernavê “fedaiyên felsefeya azadiyê” gotarek li malpera PAJK’ê weşand.

Ayten Dersim diyar kir ku di meşa şoreşê ya 50 salî de wan gelek destketiyên mezin afirandine û wiha anî ziman:

Me gelek serdemên zor û zehmet li pey xwe hiştin.

Mîna duh îro jî rewşa em tê de ne berxwedan û serketin e.

Ev têkoşîn têkoşîna hebûnê ya jinan û gelan e ku têne înkarkirin.

Di rastiya nîv sedsalî ya têkoşînê de dîrokê şahidî ji hezaran berxwedanên destanî û berdêlên mezin re kir.

Meşa li ser vê rêya heqîqetê rûmet û azadî bi xwe ye.

Sara û Rûken bûn pêşengên xeta jiyana fedayî”

Ayten anî ziman ku hevrêyên wan Sara û Rûken ên bi eşqê dilsozên mirovahiyê bûn pêşengên xeta jiyana fedayî û nivîsandina dîroka azadiyê ya vê serdemê û got:

Divê çalakî, meş û mîrateya hevrêyên me Sara û Rûken baş bêne fêhmkirin.
Di şexsê xwedawendên me Sara û Rûken de careke din hate dîtin kuk dîroka me ya azadiyê, koka me, dîroka me ya têkoşînê bi hezaran sal e ku me li ser piyan dihêlin.

”Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Rojhilat destpê kir û li tevahiya cîhanê belav dibe”

Ji Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Jinê nîv sedsal e li çiyê civakîbûna azadiyê diafirîne û 30 sal in artêşbûna vê ava kiriye û wiha bi lêv kir:

Jinên Azad ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye û li tevahiya Îranê belav bûye, di pêşengiyê de canê xwe feda kirin û bûn felsefe.

Ev felsefe pêl bi pêl li nava jinan li tevahiya cîhanê belav dibe.

Divê armanca me ya bingehîn, fikrî û çalakiyê ew e ku berê me timî li azadiya fîzîkî ya Rêberê me be û li dora gerîla bicive.

Ji bo şidandina refên têkoşînê, ji bo têkbirina faşîzmê bi hev re, em bang dikin.

Back to top button