Li Silopiya Stanboê li dijî çekên kîmyewî ”Meşa Mirovahiyê” pêk hat

Duh li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopî ya Şirnexê û Stenbolê bi drûşma “Meşa Mirovahiyê” meş hat li darxistin. Çalakî bi pêşengiya gelek partî, sazî û rêxîstinên Kurdistanî û demokratîk ve hat li dar xistin.
Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşman meşa xwe dewam kirin.

Duh li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopî ya Şirnexê û Stenbolê bi drûşma “Meşa Mirovahiyê” meşek hat li darxistin.

Çalakî bi pêşengiya gelek partî, sazî û rêxîstinên Kurdistanî û demokratîk ve hat li dar xistin.

Li ser astengkirin û êrîşên polîsan jî gel bi drûşmeyan meşa xwe dewam kirin.

121 kesên ku ji aliyê polîsan hatin binçavkirin hatin berdan

Di meşa ku li stanbolê hat li darxistin 121 kes hatin binçavkirin.

Piştî demeke hatin berdan.

Jinên ku tevlî li meşê bûn: Me bi têkoşînê meş gihand armanca wê

Ji jinên ku tevlî li meşa Silopya bûn destnîşan kirin ku Gelê Kurd ji hêz û têkoşîna xwe tavîzê nade.

Endama Meclîsa HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, diyar kir ku bigirseyî tevî êrîşên li dijî pêkanîna meşe jî li ber xwe dane.

Hevseroka HDP’ê yê navçeya Seyhanê ya Edenê Şukran Efeturk jî axivî û destnîşan kir ku wan bi têkoşînê meş gihandin armanca wê.

Endama Dayikên Aştiyê ya Mersînê Nafîye Çoban jî anî ziman ku Gelê Kurd bersîva xwe ya li dijî êrîşan da.

Herî dawî jî Endama Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê Feyrûz Çagatay axivî û bal kişand l ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re.

Back to top button