Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 52. de didome

Serhildan û girevên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên li dijî rejîma Îranê didome.
Di roja 52’an ya serhildanê de jî gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.
Li aliyê din duh rejîma Îranê 15 girtiyên Belûçî yên li Girtîgeha Navendî ya Zahidan bi awayekî veşartî darvekirin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwandekaran di roja 52’an de dewam dikin.

Li hember vê serhildanê, rejîma Îranê hewil dide bi girtin û kuştinê, serhildanê bitepisîne.

Lê gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” qadan naterikînin û rejîma Îranê pirotesto dike.

Di vê çarçeveyê de duh li bajarê Merîwan û Tahranê careke din xwepêşandan û çalakî hebûn.

Di çalakiyê de welatiyên Merîwanê ala rejîma Îranê dan ber agir û dirûşmeyên “Bimre dîktator” berzkirin.

Li gelek deveran jî ciwanan êrişî baragehên hêzên besîcan kirin.

Her wiha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê Îro jî xwandekaran ders protesto kirin û neçûn dibistanan.

Rejîma Îranê li Belûçistanê 15 girtî bi darve kirin

Li aliyê din, li gorî agahiya ku Înîsiyatîfa Aktîvîstên Balûç belav kirî, duh 15 girtiyên Belûçî yên li Girtîgeha Navendî ya Zahîdanê dihatin gitin, hatine bidarvekirin.

Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê derbarê darvekirina gitiyan de, malbat agahdar ne-kirine..

Li gorî rapora ku Înîsiyatîfê weşandiye, rejîma Îranê piştî darvekirinê, ji malbatan xwestiye ku biçin cenazeyên zarokên xwe werbigrin.

Back to top button