HPG: 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihandin ku di encama çalakiyên gerîllayên wan de 5 leşkerên din ên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
HPG diyar kir ku di 24 saetên dawî de, artêşa Tirk 6 carên din bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya rojane de encama çalakiyên li qadên şer eşkere kir.

Li gorî vê;

Li Herêma Zapê 6’ê Mijdarê, gerîlla li qada Şehîd Adil bi çekên giran li hêzên dagirker dan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Li qada Sîda jî gerîlla 7 caran bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.

Li heman qadê di çalakiya sekvaniyê de jî leşkerek hat kuştin.

Dîsa 6’ê Mijdarê li qada Çemço leşkerekî Tirk bû armanca lêdana gerîllayên sekvan.

Li Girê Cûdî jî li dijî yekîneyên artêşa dagirker çalakiya bi çekên giran pêk hat.

Di encama lêdanê de, hêzên Tirk neçar man ji derdora çeperên Şehîd Yunis dûr bikevin.

Li devera Şehîd Çekdar, bi çalakiya sekvaniyê leşkerek hat kuştin.

HPG’: Artêşa Tirk 6 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş kir

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî HPG’ê ev agahî dan:

Roja 6 Mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyatê,

5 caran bi bombeyên qedexekirî,

Carekê bi çekên kîmyewî,

Û 7 caran bi balafirên şer hatin bombardimankirin.

Back to top button