“DÎPLOMATÊN DEWLETA TIRK SÎXUR Û ISTIXBARAT IN”

Nasnemeya MIT’a Tirk bi bêrîka dîplomatên Dewletê de ye.
Malpera “Nordic Monitor” a Sêwdî belgeyên nû derbarê dîplomatên Tirkiyê de eşkere kir.
Malper dibêje, li gelek welatan û bi taybetî li Emerîka Dewleta Tirk endamên balyozxanyên xwe ji bo girtina muxlalifiên Erdogan bikar tîne.

Dîpolmatên Dewleta Tirk êdî nasnameya sîxurtiyê bi xwe re radikin û berê xwe didin welatan.

Bi vî awayî Dewleta Tirk li kêleka çewsandina muxalefeta hindir, li derve jî heman planan pêk tîne.

Malpera “Nordic Monitor” a Swêdî belgeyên ku sîxurtiya dîplomatên Tirk ên li balyozxne û Konsoluxaneyên gelek dewletan eşkere dike, belav kir.

Malpera bi karûbarên Tirkiyê re pispor e teqez dike ku, dîplomatên Tirk sîxur in..Muxalifên Rêjîma Tirk û alîgirên Fethuleh Gulen digirin.

Belgeya ku maskeya Dewleta Tirk parçe dike dibêje ku, vê dewletê herî zêde karê sîxurtiyê li DYA meşandiye.

Malpera Nordic Monîtor eşkere dike ku, ev belge weke şandeya nameyan ji Balyozxaneya Tirkiyê li Washingtonê û hin bajarên din, ji bo Wezareta karê derve ya li Enqerê ye.

Li gorî agahiyên di belgeyê de derbas dibin, dîplomatên Tirk gelek agahî derbarê çalakiyên muxlafiên Erdogan û lîsteyek ji nav û rêxistinên tê de kar dikin, kom kirin û weke komên sûdar destnîşan kirine.

Mslpera Swêdî dide zanîn ku, ji rêxsitinên ku dîlopmatên Tirkiyê sîxurtiya wan dike, Kompanî û rêxistinên sivîl li New Yowrk û Washington, Corciya, Binsilvaniya, Teksas û Şîkagoyê ne.

Tê texmînkirin ku, muxalfên Erdogan van rêxistinan bi rêve dibin.

Li gorî “Nordic Monitor” li kêleka Emerîka, Hikûmeta Erdogan ev plan li gelek welatan mîna Belçîka, Bosna û Herzegovniya, Bulgaristan, Çekya, Denmark, Fînlandiya, Albanya, Hollanda, Brîtanya, Sirbistan û Ukrayna, Almanya, Fransa û Awustirya pêk aniye.

Cîgirê Serokê Saziya têkoşîna li dijî terorîstan a polîsên Niştîmanê ya Tirkiyê, Erdogan Kartal jî li ser belgeya Nîsana 2019’an îmze kiriye.

Her wiha balê dikşîne ser vê planê berî û piştî darbeya li Tirkiyê û diyar dike ku, berî darbeya 2016’an jî ev proje hebû, lê piştî wê û bi destpêkirina operasyonên qirkirinê hîn zêdetir bû.

Kuştina berpirsê MIT’a Tirk Osman Kose 17 vê mehê li Hewlêrê, heman rastiyê derdixîne holê.

Leave a Reply

Back to top button