Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla zêde dibin. Fîlozof û zimanzan Noam Chomsky bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewleta tirk ên li dijî kurdan û ev tişt anî ziman: ”Divê sûcên li dijî kurdan bên eşkerekirin. Eger Tirkiya ji xwe bawer e û van idîayan red dike, bila rê bide lêkolîn bê kirin..”
Yek ji girîngtirîn rewşenbîrên cîhanê fîlozof û zimanzan Noam Chomsky beşdarî bernameya televîzyona Medyahaberê bû û derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî de nirxandin kir.
Fîlozof û zimanzan Noam Chomsky bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewleta tirk ên li dijî kurdan û ev tişt anî ziman:
“Hikûmeta Tirk xedariyên mezin kirin. Di salên 90’î de li dijî kurdan sûcên pir mezin kirin.
Bi deh-hezaran mirov kuştin, bi sed-hezaran penaber kir, bi hezaran gund şewitandin û her cureyên îşkence bikar anîn.
Ji wan salan heta niha gelek mînakên wehşetê yên dewleta tirk hene, yek ji wan jî bikaranîna çekên kîmyewî ye.
Noam Chomsky: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
Noam Chomsky anî ziman ku divê bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û wiha dewam kir:
Ji bo ku mijarê bibin Neteweyên Yekbûyî (NY) divê hewldan werin kirin û OPSW di zûtirin demê de şandeyeke serbixwe bişîne herêmê.
OPSW rêxistineke ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye û lêkolînerên baş têde dixebitin û lêkolîn dê bingeheke rewa ava bike.”
Chomsky: Ger Tirkiya bikarnaîna kîmyewî red dike, bila bihêle lêkolîn bê kirin
Zimanzan Chomsky destnîşan kir ku heke Tirkiye van tawanbariyan qebûl nake, divê rê bide lêkolînkirinê û got:
”Divê dewleta Tirk sûcên xwe yên qirêjî yên di salên 90’î de kirine û yên li herêmên kurdan ên li Sûriyeyê ku dagir kirine aşkera bike.
Eger Tirkiyê ji xwe bawer be û van idîayan red dike, divê rê bide ku lêkolîn were kirin.”
Noam Chomsky behsa bê helwestiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hember van sûcan jî kir û wiha domand:
“Ne bawerim ewqas jêbawer bin ku mirov daxwaza lêpirsîneke cidî bikare ji hikûmeta Başûr bike. Ne bawerim karibe tiştekî bike.
Noam Chomsky: Hikûmeta Swêdê dikare pêşengtiyê bike
Fîlozof û zimanzan Noam Chomsky di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna Çekên Kîmyewî Swêd dikare pêşengiyê bike û got:
”Rêya herî bibandor, ji bo vê yekê bertekên rêxistinên navneteweyî yan jî dewletan e.
Lewma, li gorî min Swêd dikare serî li NY’ê bide û banga lêkolînkirina van tawanbariyên cidî bike.”